Xanimê Lê Xanimê

Anonim

Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.

Xanimê lê xanime
Tûçilbiske gulavdûnê,
Kerem ke were rûnê
Agir deyne ser qelûnê

Xanimê dinya dem e
Ne mi derd e ne mi xem e
Ez heyrana bejna te me
Wez aşiqê çavê te me

Him gul î him sosin î,
Bi xizêma zerbazin î,
Bimirî bijî tu a min î,
Bûka mala bavê min î.

Trivia about the song Xanimê Lê Xanimê by Sasa

Who composed the song “Xanimê Lê Xanimê” by Sasa?
The song “Xanimê Lê Xanimê” by Sasa was composed by Anonim.

Most popular songs of Sasa

Other artists of Asiatic music