Çû
Yasmin Babat, Yusuf Kırmızıgül
Olan dide di guhê min de sewta te
Hertim li pêşberî Mine xeyalê te
Nagihîjin bigirim nikarim li pey herim
Bê çar û bê gavim tenê di qîrim
Çû wek çivîkekê ji nav dest û lepê min filitî firiya
Çû bû di stêrkên bê wext ji kovikên çavêm rijiya
Çû bê xatir xwestin çû û hew vegeriya
Ji min re ma jînek dijwar li min bû wek kul û jar ev dil û dinya
Ne zanim ne dikarim te ji bîr bikim
Bîranînên te yek bi yek hembêz dikim
Li bêhna te digerim bêriya te dikim
Hêrs dibim bi qederê re şer dikim